Ji Stenbolê bang: Em bi rayên xwe Erdogan mehkûm bikin 2023-05-27 09:42:58   STENBOL - Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Ozgul Sakî ji bo hilbijartina serokkomariyê ya sibê were kirin banga ser çûna sindoqan kir û got: “Heke em Erdogan bi rayên xwe mehkûm bikin, wê ev bibe destpêkek.”    Bi milyonan hilbijêr dê sibê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê biçin ser sindoqan û ji bo bijartina serokkomar dê rayên xwe bidin. Yek ji cihên herî krîtîk û bi milyonan ku ray lê hene Stenbol e. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Ozgul Sakî ji bo çûna ser sindoqan bang li hilbijêran kir û got ev hilbijartinê wê ji bo guhertinê destpêkek be.    ‘AKP BÛYE PARTIYA ŞER Û RANTÊ’   Sakî bal kişand ser girîngiya hilbijartina sibê dê bê kirin û xwest hemû jin li dijî zîhniyeta mêrane ya yekperest biçin ser sindoqan û rayên xwe bidin. Sakî da zanîn ku heke hilbijartina ku ku texmîn dikin pêk neyê jî dê têkoşîna xwe bidomînin û dive encamên hilbijartina serokkomariyê ne mîna ya 14’ê Gulanê be. Sakî diyar kir ku li Meclisê tifaqek rastgir û nijadperest çêbûye û got: “Îktidara AKP’ê êdî ji pozisyona partiyek siyasî derketiye û êdî ew ketiye nava şerê ji bo rant û berjewendiyê. Ji ber vê yekê di her hilbijartinê de dek û dolaban û diziyê rewa dibîne. Ji bo bi ser bikeve her cûre zext, binçavkirin û derewan kir. Li dijî vê jî muxalefeta çep bi qadî dihat xwestin amadekarî nekir û di nav gel de bawerî çênekirin. Jixwe digotin ‘çawa bibe wê ev herin’ lewma jî em gihîştin van encaman.”    TÊKOŞÎN Û POLÎTÎKA   Ozgul Sakî anî ziman ku ev hilbijartin ji bo wan bûn tecrûbe û divê her kes baş dersê ji van hilbijartinan derxe. Sakî got divê peyama ku civakê daye baş were xwendin û fêmkirin û li gorî wê jî têkoşîn û polîtîka bê kirin.   TEKANE PARTIYA KU TEMSÎLIYETA WEKHEV PÊK ANIYE    Sakî destnîşan kir ku li Meclisê tekane partiya ku wê tesmîliyeta wekhev esas bigire partiya wan e û wiha got: “Wek ku me di beyannameya hilbijartinê de gotibû, em ê beyannameya xwe ya jinan esas bigirin. Em jin di Meclisê de dê li dijî êrişan barîkatek cidî ava bikin. Me di tu demê de paşve gav neavêt. Çimkî me li her qadê li ber xwe da û em têdikoşin. Em di her şert û mercan de têkoşiyan û em ê têbikoşin. Me roja ewilî jî got em ê serê xwe netînin, bêdeng nemînin û natirsin û em ê ji niha şûn ve jî wisa tevger bikin. Em ji berxwedana kolanan tên. Em ê heman tiştî di Meclisê de jî bikin. Em ê tenê ne wek Partiya Çepên Kesk, li Meclisê jî em ê bi jinên femînîst ên din re xeta têkoşînê ava bikin. Girîng e ku em bi xurtî li dijî îktidara AKP’ê û pergala Serokkomariyê ya nû dê bê avakirin,  têbikoşin. Heke em Tayyîp Erdogan bi rayên xwe mehkûm bikin, wê ev bibe destpêkek. Ji ber vê yekê divê roja yekşemê her kes biçe ser sindoqan û raya xwe bide û sindoqa xwe biparêze.”    MA / Esra Solîn Dal