Parêzer Yilmaz: Divê muxalefet ji bo girtiyên nexweş bi wêrekî tevbigere 2023-05-27 10:02:56   AMED - Parêzer Ercan Yilmaz diyar kir ku astengiya herî mezin a li ber neberdana girtiyên nexweş ATK ye û got ku divê partiyên muxalefetê jî ji bo girtiyên nexweş bi wêrekî tevbigerin.    Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Tevî hemû bangawaziyên rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê û xizmên girtiyan jî, girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Di 20'ê Kanûna 2022'yan de Qorgeneral Vûral Avar ê ji Doza 28'ê Sibatê girtî û cezayê muebedê lê hatibû birîn, di Girtîgeha Sîncanê ya Tîpa F'yê de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî mirina Avar desthilatê di 3'yê çileyê de ji bo girtiyên nexweş ên nexweşînên wan ên kronîk, ên seqet û yên extiyar giştînameyeke ji 8 xalan pêkhatî weşand.    Çendî ev giştîname hat weşandin jî girtiyên nexweş nehain berda, lê "berprisê leşkerî" yê Hîzbullahê Mehmet Emîn Alpsoy û Îlhan Kiliçê 87 salî yê ji Doza 28'ê Sibatê girtî ji ber temenê xwe yê mezin û Kenan Denîz ê 75 salî jî ji ber seqetiya xwe û girtiyê edlî Osman Kartal ê 9 sal û 46 meh û 24 roj ceza lê hatibû birîn bi biryara Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan hatin berdan.    Endamê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Parêzer Ercan Yilmaz, bertek nîşanî vê cotstandardiya li dijî girtiyên nexweş da.    ‘DIVÊ EPRGALA ATK'Ê BÊ GUHERANDIN'   Yilmaz anî ziman ku bi giştînameya Wezareta Dadê re têkildarî berdana girtiyên nexweş atmosfereke xweşbîn hatiye afirandin, lê wan hê ji roja ewil ve rexne kiriye ku giştîname ne giştînameyeke têrbar e. Yilmaz destnîşan kir ku ji bo berdana girtiyên nexweş ewilî divê pergala ATK'ê bê guherandin û got: "Hê jî raporên nexweşxaneyên tam teşekulî ji bo berdana girtiyên nexweş esas nayên girtin. Gava nexweşxane rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' dide girtiyan, ji bo piştrastkirina wê li benda ATK'ê tê sekinandin ku raporekê amade bike. Bi vê re wext dirêj dibe û ATK jî bêalî tevnagre. Mînaka herî baş rewşa Aysel Tûglûkê bû. Lewma divê pergala ATK'ê bê guherandin û raporên nexweşxaneyan esas bên girtin."    COTSTANDARDÎ   Yilmaz bilêv kir ku di raorên ATK'ê de û karbidesiya efûya taybet a serokkomar de li sûcê girtiyan tê nêrîn û li gor sûc biryar tê dayîn. Yilmaz berdana "berprisê leşkerî" yê Hîzbullahê Mehmet Emîn Alpsoy bibîr xist û wiha domand: "Ger kes ji rêxistinên îslamî girtî be, em dibînin ev kes li ATK'ê bêtir xwedî tolerans in."    Yilmaz diyar kir ku sedemeke neberdana girtiyên siyasî yên nexweş jî konjuktura siyasî ye û wiha got: "Gava em li girtiyên nexweş ên ku ATK raporê nade wan û sûdê ji karbidestiya efûya taybet a serokkomar nagirin mêze dikin, em dibînin ku ev kes ji ber ku ji tevgera siyasî ya kurd in nayên berdan."    ‘DIVÊ MUXALEFET WÊREK BE'   Yilmaz ji bo berdana girtiyên nexweş îşare bi piştgiriya partiyên siyasî kir û got: "Ev tiştekî di ser bîrdoziyan re ye. Bi guherandina konjuktura siyasî re atmosfera siyasî jî nerm bibe, lê berî her tiştî divê partiyên muxalefetê di vî warî de bi wêrekî tevbigerin. Gava mafê tenduristiyê yê girtiyan diparêzin, divê di warê hicneta girtinê de duduilî nebin. Ev peywira sereke ya herkesî ye. Lewma di pêvajoyeke ev qasî çewisîner de mijara girtiyên nexweş, mijareke gelek girîng e û divê daxilî rojeva desthilatê jî bê kirin."   MA / Cengîz Ozbasar - Mehmet Guleş