Wesyeta Dayika Gulê ya dawî bû têkoşîn 2023-05-27 10:28:57   DÎLOK - Dayika Gulê ya kurdan ku di 30 salên dawî yên temenê xwe de li ber xwe da, dema jiyana xwe ji dest da wesyeta wê ya dawî bû têkoşîn.    Dayika Aştiyê Gulistan Alagaş a dayika Gulê ya kurdan ku di tevahiya temenê xwe de bi zext û zordariya dewletê re rû bir û ma, piştî têkoşîna bênavber a 30 salan di 22’yê gulanê de li nexweşxaneya lê dihat dermankirin di 80 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Alagaş, bi tevlibûneke girseyî li Goristana Yeşîlkent a navçeya Şahînbey a Dîlokê hate veşartin.    Alagaş, a li gundê Erkendî ya navçeya Berwarî ya Sêrtê hate dinê û li heman gundî zewicî di sala 1993’yan de bi zexta dewletê koçî Edeneyê kir. Alagaş a li Edeneyê têkoşîna xwe domand, li Cûdî û Newala Qesaba tev li meşan bû. Lawekî Alagaş ê tev li PKK’ê bû, di sala 1999’an de ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest da lê cenazeyê wî nehate dîtin. Alagaş a tevli çalakiyên mertalên zindî jî bû, li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û neçareserkirina pirsgirêka kurd gelek caran kete çalakiya greva birçîbûnê. Alagaş, herî dawî di 10’ê Cotmeha 2015’an de li Gara Enqereyê di êrişa bombeyi ya DAIŞ’ê de ji lingê xwe birîndar bû.    ZEXTA DEWLETÊ    Keça Alagaşê, Hediye Alagaş anî ziman ku dayika wê hem zarokên apên wê hem jî zarokên xwe bi tena serê xwe mezin kirine. Alagaş, da zanîn ku piştî kekê wê tev li PKK’ê bû dayika wê gelek zehmetî kişandin, dewletê bi ser gundê wan de girt, jê re digotin “Em 20 rojan didin we, ji gund derkevin” û vegot ku bêyî 20 rojan jî musade bikin ji gund hatin derxistin. Alagaş, anî ziman ku leşkerên dihatin gund ji bo birayê wê digotin ‘em ê bikujin” û wiha got: “Dayika min derî girt, leşkeran derî şikand. Dayika min di nava wê rezaletê de birayê min ji nava leşkeran kişand. Gundê me şewitandin. Dayika min pezê xwe girt û bi rê ket. Heta gundên li derdora Sêrtê çû. Li Sêrtê pezê xwe firot. Pişt re çû Edeneyê. Kekê min beriya dayika min mala xwe biribû Edeneyê. Piştî ku dayika min pezên xwe firotin got ‘ez ê bikevim pey zarokên xwe yên din’ û vegeriya gund. Lê dema dît ku kes li gund nemaye careke din vegeriya Edeneyê. Dayika min gelek zehmet kişandin.”   ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ Û MERTALÊN ZINDÎ   Alagaş, diyar kir ku piştî ku çûn Edeneyê kekê wî tev li PKK’ê bû û dayika wî dû re biryar da ku bibe Dayika Aştiyê û wiha berdewam kir: “Piştî ku dayika min hate vê derê bi wê pîratiya xwe kete çalakiya greva birçîbûnê. Dem ali girtîgehekê çalakî çêdibû dayika min diçû ber wê girtîgehê. Em çûn Girtîgeha Kurkçulerê, cendermeyan êrişî me kirin. Dayika min di nav destê cendermeyan de ma, bi copan êriş kirin. Me got ‘dayê were 2 ciwanên me girtin’. Dayika min çû her 2 ciwan ji nav destên wan derxist û anîn. Dema digotin ‘Divê dayik bibin mertalên zindî’ ewilî dayika min çû xwe weke mertala zindî nivîsand. Li Cûdî, li Şirnexê, li gundên derdora Şirnexê ma. Li wan deran her tim bû mertala zindî. Carekê hatin binçavkirin. Dayika min berdan, gotin ‘em hevalên wê bernadin’. Dayika min got ‘heta hûn hevalên min û van ciwanan bernedin ez ji vir dernakevim’. Dayika min berdidin, lê dernakeve. Pişt re ew jî hevalên wê jî hatin berdan.”   TIŞTÊN DI RÊYA AMARAYÊ DE QEWIMÎN   Alagaş, dema ji bo rojbûna Abdullah Ocalan çûn gundê Amara yê Xelfetiya Rihayê, tiştên jiyan wiha vegotin: “Em ji bo Meşa Amarayê çûn. Li Osmaniyeyê em sekinandin. Nasnameyên me hemûyan wergirtin û pişt re dîsa paş ve dan. Nasnameya yekê di destên wan de ma. Dayika min got ‘Nasnameya kê wergirtin, weleh wê bigirin.’ Dû re hatin cem dayika min û ew birin nezaretxaneyê. Dema mele bang dide dayika min dibêje ez ê nimêj bikim. Leşkerekî paye bilind ji dayika min re dibêje ‘Tu misilman î?’. Dayika min jî ji wan re wiha dibêje ‘Şukur ez misilman im lê hûn ne misilman in. Heke hûn misilman bûne, ez dayik im, pîr im, we ez nedianîm ne dixistin vê derê. Min çek negirtî ye û neçûme şer. Em aştiyê dixwazin.’ Dayika min şevekê li wir ragirtin, roja din berdan. Di 15’ê nîsanê de li Edeneyê 350 kes binçavkirin. Ketin nava me dest û serên me hin kesan şikandin. Pêhn li lingê dayika min dan. Di lingê dayika min de helîna hestî çêbû. Dewletê gelek heqaret li dayika min kir.”   ‘ÇALAKÎ BÊYÎ DAYIKA MIN NEDIBÛ’    Alagaş, anî ziman ku dayika wê ya di Komkujiya Gara Enqereyê de ji lingê birîndar bû, heta jiyana xwe ji dest da bi perçeyên şarapnelê jiya û têkoşîna wê wiha vegot: “Piştî wê teqînê dayika min her tim nexweş bû. Saçma di lingê wê de bûn. Kekê min, pismamê min, tiyê min… ji malbatê 7 kes bi hev re çûn çiya. Me tenê cenazeyê yekê karî veşêrin. Dayika min êşa wan dît. Li dora ciwanan geriya. Rojên ku çalakî hebûn bêyî dayika min nedibû. Dema ciwanek diçû çalakiyê ew ji nava polîsan derdixistin. Digot ‘hemû zarokên diçin çiyê zarokên min in’ Dayika min heta Başûr, Besta çû. Cihekî ku dayika min lê negeriya nema.”   YEKANE ARMANCA DAYIKA WÊ AŞTÎ BÛ   Alagaş, da zanîn ku dayika wê ya yekane armanca wê aştî bû wiha digot ‘Bila ne dayikên leşkeran ne jî dayikên polîsan bigirîn. Ha dayika leşkeran giriya ha ez giriya me ji bo min ferq nake. Bila ev şer bisekine, bila dayikên leşkeran jî em jî negirîn” û anî ziman ku dayika wê ji bo aştî û edaletê têdikoşiya û ji bo her ciwanê jiyana xwe ji dest da cuda cuda xemgîn dibû û digiriya. Alagaş, diyar kir ku roja ew çûne Edeneyê heta niha tenê dayika wî nekariye derkeve derve û got: “Ew her tim di nava ciwanan de bû, aştî dixwest. Dayik, şer û mirinê naxwazin. Aştiyê dixwazin. Dayika min belku 10 mirov ji ber panzere wergirtine. Carna me digot ‘Dayê tu çawa diçî?’ Digot ‘Keça min ez nikarim wan bihêlim.”   ‘EM Ê DI RÊYA DAYIKA MIN DE BIÇIN’    Dayika min ji heqaret û zilmê nefret dikir, ji aştiyê û ciwanan gelek hez dikir û wiha pê de çû: “Ruhê wê ciwan bû, aştîxwaz bû. Tenê ne zarokên dayika min ên wê bûn. Zarokên herkesê yên wê bûn. Dayika min ji herkesê pir hez dikir. Tiştek bi ciwanekî ku qet nasnekiribûya bibûya dayika min ji bo wan xwe dikuşt. Belku kes bawer nake lê dayika min hem ji bo me hem ji bo gelê xwe milyaket bû. Digot ‘Ez dayika aştiyê me. Ez ê bigerim ez li cihê xwe narûnim.’ Dayika min gelek tiştên xweş hînî me kirin. Dayika min di kîjan rêyê de çû be em jî dê di wê rêyê de biçin.”   WESYETA DAWÎ YA ALAGAŞÊ   Alagaş, a got “Ne tenê dayika me bû dayika gelê kurd bû” diyar kir ku her tim armanca dayika wê aştî bû û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Bila zarokên me neyên kuştin, dayik negirîn. Ji xwe zarokên wezîran naçin, zarokên feqîran diçin. Bila leşker jî neyên kuştin.’ Dayika min her tim digot ‘Heke ez bimirim jî li tiştên ez dikim binêrin, di rêya min de biçin. Heke hûn bi min re nemeşin hûn li gel min ne rast in. Min çi xebat kiribe hûn jî wê bikin’. Heta ku em bijîn û dilopeke xwînê di laşê me de hebe em ê di rêya wan de biçin. Wesyeta dayika min ev e.”   MA / Rûkiye Adiguzel