Hat xwestin ku girtiyên nexweş Esmer û Karaguzel bên berdan 2023-05-27 15:35:44   ENQERE/ÎZMÎR - Parêzvanên mafê mirovan li Enqereyê û Îzmîrê xwestin ku girtiyên nexweş Selman Esmer û Muhlîse Karaguzel bên berdan.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 455’emîn de ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li ber ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da. Gele kes tev li çalakiyê bûn û di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf, nayê astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Selman Esmer ê li Girtîgeha Afyonê ya Jimara 1’an a Tîpa T’yê.    REWŞA WÎ XEDAR DIBE    Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut diyar kir ku Selman Esmer 29 sal in girtî ye û nexweşiyên mesane û parostat lê peyda bûne û her ku diçe nexweşiyên wî lê kev dibin û seranserî salekê nehatiye tedawîkirin û li gel ku Nexweşxaneya Lêkolînê ya Afyonê destûra emeliyatê daye jî lê nehatiye emeliyatkirin. Turgut anî ziman ku Esmer di 6’ê adara 2023’yan de ji prostatê hatiye emeliyatkirin û bêyî ku baş bibe wî dîsa birine girtîgehê û cara duyemîn jî di 13’ê nîsanê de hatiye emeliyatkirin û rewşa wî her ku diçe girantir dibe. Turgut diyar kir ku ji bo Esmer bê tedawîkirin divê demildest were berdan.    ÎZMÎR    Rêveberên ÎHD’a Îzmîrê jî di hefteya 275’emîn de çalakiya ji bo girtiyên nexweş berdeam kirin. Çalakî li ber Sumerbanka kevn a li Konakê hat lidarxisrin. ÎHD’ê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel (60) her ku diçe rewşa wê giran dibe û li Girtîgeha Menemena Îzmîrê ya Tîpa R’yê tê ragirtin. Nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tev li çalakiyê bûn û pankarta “Bêdeng nemîne, nebe şirîkê sûc, dimirin. Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne” hat vekirin.    3 CARAN KRÎZA DIL KIRIYE    Serokê ÎHD’a Îzmîrê Zafer Încîn daxuyanî da û da zanîn ku Karaguzel gelek caran hatiye girtin û di girtÎgehê de 3 caran krîza dil derbas kiriye, nexweşiyên wek dil, diyabet, hipertansiyon, astim, fitiqa piştê û stû pê re hene. Încîn anî ziman ku her ku diçe rewşa Karaguzel xedar dibe û tevî ku Saziya Tiba Edlî rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” daye jî lê nayê berdan. Încîn got ew xetere heye ku çavê Karaguzel kor bibe çimkî tedawî û kontrola wê nayê kirin. Încîn ji bo Karaguzel bê berdan û tedawiyek baş bibe divê demildest bê berdan.