Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji lêgerîna edaletê bernedin 2023-05-27 16:27:21   STENBOL - Dayikên Şemiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan û diyar kirin ku ew ê tevî hemû astengiyan jî dest ji têkoşîn û lêgerîna edaletê bernedin.    Dayikên Şemiyê wek hefteyên bihurî îro jî çûn Qada Galatasarayê û xwestin li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên girtin û cezakirin. Polîsan êrişî dayikan û parêzvanên mafên mirovan kirin û ew kirin binçavan. Dayikên Şemiyê li dijî vê neheqiyê li avahiya ÎHD’a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist.    28 SAL IN TÊDIKOŞIN    Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Şevîn Çelîk axivî û bi bîr xist ku Dayikên Şemiyê 28 sal in bênavber ji bo edaletê têdikoşin û 28 sal in dewlet dixwaze ser rastiyan bigire û bi qedexe û astengiyên îktidarê re rûbirû ne. Çelîk got tê xwestin ser sûcên ku hatine kirin bê girtin û delîlên wan ji holê bê rakirin. Çelîk da zanîn ku îktidar ango qeymeqam û walîtiya Stenbolê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ku ji bo Qada Galatasarayê “binpêkirin” daye ji nedîtî ve tê û tê xwestin serwerya hiqûqê ji holê bê rakirin.    Çelîk daxwazan rêz kir û anî ziman ku ew wek Dayikên Şemiyê sepanên li ser xwe qebûl nakin û dayik dixwazn demildest aqûbeta windayan eşkere bibe û kujer bên cezakirin û edalet bicih were. Çelîk got ew naxwazin ku carek din kesek din bê binçavkirin û dawî li qedexeya li ser Qada Galatasarayê bê anîn.    ‘EM Ê TÊBIKOŞIN’    Huseyîn Ocak ê keke Hacan Ocak ku di sala 1995’an de hatibû windakirin axivî û destnîşan kir ku 28 sal berê çawa rojek wek îro têkoşîna xwe dan destpêkirin hê jî didome û ew ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin û heta windayek wan hebe dê têkoşîna xwe bidomînin.    ‘BILA PEYKERÊ DAYIKAN LI QADÊ BÊ ÇIKANDIN’   Hanim Tosûn a ku hevjînê wê Fehmî Tosûn hat windakirin jî axivî û anî ziman ku Tayyîp Erdoganê ku ji dayikan re got ‘pirsgirêka we pirsgirêka min e’ niha jî Qada Galatasarayê li dayikan qedexe dike û wiha axivî: “Galatasaray a me ye û wê ya me bimîne. Wê li Qada Galatasarayê peykerê Dayikên Şemiyê bê çikandin. Ya hûnê gorekî nîşanî me bidin an jî hûnê peykerê dayikan çêkin. Me li Galatasarayê dengê ragihand hemû cîhanê. Em soz didin hemû dayikên cangorî heta ku windayek me jî bimîne em ê dest ji vê têkoşînê bernedin.”    ‘GALATASARAY GORA WINDAYÊN ME YE’    Ayten Morsumbul ku tiyê wê Huseyîn Morsumbul di 18’ê îlona 1980’î de li Çewlîgê hat wndakirin axivî û destnîşan kir ku ew ê qet dest ji Qada Galatasarayê bernedin û got: “Qada Galatasarayê gora windayên me ye.”