Li Sêrt, Mûş û Edeneyê binpêkirina dengdayînê 2023-05-28 13:53:18 NAVENDA NÛÇEYAN - Di dengdayîna hilbijartinê de binpêkirin jî zêde dibin. Li Sêrtê leşker û cerdevanan zext li welatiyan kirin ku rayên xwe vekirî bikar bînin. Li Mûşê rayên bi komî hatin bikaranîn. Li Edeneyê jî rêveber û endamên AKP’ê gef li wezîfedarên sindoqan xwarin.  Dengdayîna ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê berdewam dike. Bi dengdayînê re binpêkirinên hilbijartinê jî zêde dibin.    Li gundê Kundîşa bi ser navçeya Berwariya Sêrtê ve leşker û cerdevanan gef li muşahîdên CHP’ê û Partiya Çepên Kesk xwarin. Her wiha leşker û cerdevanan zext li welatiyan kirin ku rayên xwe vekirî ango eşkere bikar bînin. Her wiha li gundê Hertvîn ê bi ser navçeyê ve hat xwestin ku ji bo Erdogan rayên komî bên bikaranîn. Lê muşahîdan bertek nîşan da û vê hewldanê rawestandin.    LI MÛŞÊ RAYÊN KOMÎ HATIN BIKARANÎN    Li bajarokê Sungu ya Mûşê jî wezîfedarên sindoqê yên AKP’yî zext li muşahîdên CHP’ê û Partiya Çepên Kesk kirin û ji dibistanê derxistin. Hat zanîn ku li bajarok gelek kesan bi komî deng dane.    AKP’IYAN LI EDENEYÊ GEF LI WEZÎFEDARÊN SINDOQAN XWARIN    Li taxa Kurttepe ya navçeya Çûkûrovaya Edeneyê hat tespîtkirin ku li sindoqa jimara 1132’yan a li Lîseya Anadolûyê ya Îbrahîm Atali mohra desteya hilbijartinê li ser belgeya berpirsên dibistanê û endamên desteya sindoqê nebûye û girteka vê hat girtin.    Li Dibistana Seretayî ya Dogankenta navçeya Yuregîrê jî endam û rêveberên AKP’ê rayên eşkere bikar anîn. Di navbera AKP’iyan û wezîfedarên sindoqan de nîqaş derket. AKP’iyan gef li wezîfedarên sindoqan xwarin û gotin, “Em li ser sindoqan in ji we tê de ka hûn rayan betal bikin.” Girteka bikaranîna rayên vekirî hat girtin.