Li Stenbolê dê 28 hezar û 96 kes nekarin dengê xwe bidin 2023-05-28 13:55:04   STENBOL - Li Stenbolê dê 28 hezar û 96 kesên di hilbijartinên 14’ê Gulanê de dengê xwe dayîn lê ji ber ku jiyana xwe ji dest dane yan jî hatine girtin dê nekarin di vê hilbijartinê de dengê xwe bidin.    Dengdayîna di tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê de berdewam e. Li gorî daneyên Partiya Çepên Kesk ji Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) wergirtî; li Stenbolê 28 hezar û 96 kesên di hilbijartinên 14’ê Gulanê de dengê xwe dayîn dê di vê tûrê de dengê xwe nedin. Hat zanîn ku ji hinek kesên dê dengê xwe nedin jiyana xwe ji dest dane û yên din jî hatine girtin.    Di lîsteya navan ên hilbijêran de divê li hemberî kesên dê dengê xwe nedin gotina “nikare dengê xwe bide” were nivîsandin. Hat tespîtkirin ku li hemberî navên hinek kesan gotina “nikare dengê xwe bide” nehatiye nivîsandin. Partiya Çepên Kesk di vê mijarê de peywirdarên sindoqan hişyar kir.    Li gorî navçeyan hejmara kesên dê dengê xwe nedin wiha ne:    * Uskudar: 888 * Umraniye: 1241  * Tuzla: 422 *  Şîle: 535 * Şîşlî: 110 * Sûltangazî: 1095 * Sûltanbeylî: 658 * Sîlîvrî: 386 * Sancaktepe: 810 * Sariyer: 496 * Pendîk: 1319 * Maltepe: 823 * Kuçukçekmece: 1440 * Kartal: 853 * Kagithane: 853 * Kadikoy: 769 * Gongoren: 483 * Gazîosman Paşa: 946 * Fatîh: 827 * Eyûp: 735 * Esenyurt: 1780 * Esenler: 880 * Çekmekoy: 476 * Çatalca: 123 * Buyukçekmece: 479 * Beyoglû: 493 * Beylîkduzu: 567 * Beykoz: 426 * Beşîktaş: 572 * Bayrampaşa: 500  * Başakşehîr: 727 * Bakirkoy: 356 * Bahçelîevler: 1032 * Bagcilar: 1406 * Avcilar: 748 * Ataşehîr:670 * Arnavut:  638 * Adalar: 25 * Zeytînburnu: 499