Leşker ji muşahîd re got, ‘Ev der cihê Ak Partiyê ye, nikarim mudaxile bikim’ 2023-05-28 14:00:07 ÇEWLÎG - Li gundê Çavûşlar ê Çewlîgê muşahîdê CHP’ê îtîrazî bikaranîna dengên hilbijêrên li Ewropayê kir. Leşker ji muşahîd re got, “Ev der cihê Ak Partiyê ye. Ez nikarim mudaxile bikim.” Li gundê Çavûşlar ê Çewlîgê hat tespîtkirin ku li sindoqa jimara 1282’yan hilbijêrek gelek ray bikar anîne. Muşahîdê CHP’ê mudaxileyî rewşê kir. Lê wezîfedarên AKP’ê muşahîdê CHP’ê ji dibistanê dûr kirin. Paşê zelal bû ku kesê rayên komî bikar aniye di şûna hilbijêrên li Ewropayê dimînin de bikar aniye.    Muşahîdê CHP’ê bûyerê ji leşkeran ragihand. Leşkeran got, “Ev der cihê Ak Partiyê ye. Tengezariyek çêbibe jî em nikarin mudaxile bikin. Hilbijartinê bişopîne û paşê biçe.” Muşahîdê ku ji ewlehiya canê xwe bi fikar bû ji gund derket û çû ofîsek petrole ya nêzî gund.