Li Seyhanê polîsan kirariya dengdayînê da sekinandin 2023-05-28 14:43:39   EDENE - Kirariya dengdayînê ya li Dibistana Navîn a Seyhanê bi hinceta “bûyer heye” ji hêla polîsan ve bi qasî nîvsaetê hate sekinandin.    Li Dibistana Navîn a Buyuksaat a li Taxa Kuçukdîkîlî ya navçeya Seyhan a Edeneyê bi hinceta ku alîkariyê didin welatiyeka pîr, AKP’iyan bertek nîşan dan û bi welatiyên ji bo dengê xwe bidin hatin dibistanê re ketin nîqaşê. Ji ber nîqaşê gelek wesayîtên zirxî ketin baxçeyê dibistanê. Polîsan bi hinceta “bûyer heye” bi qasî nîvsaetê kirariya dengdayînê da sekinandin. Welatiyên ku dixwestin dengê xwe bidin jî ji hêla polîsan ve bi darê zorê ji dibistanê hatin derxistin. Kirariya dengdayînê bi qasî nîv saetê hate sekinandin û niha di bin dorpêça polîsan de didome.