Li Amedê pûsûlayên dengan ên sexte 2023-05-28 14:59:07   AMED - Li Dibistana Amadehî ya Namik Kemal a Amedê dema jinekê hewl da bi pûsûlaya sexte deng bide hate ferqkirin. Derket holê ku di pûsûlayê de deng ji bo Erdogan hatiye dayîn.    Ji saetên destpêkê yên tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê heta niha agahiyên bêusuliyan tên. Li Dibistana Amadehî ya Namik Kemal a li navçeya Rezan a Amedê dema jinekê bi pûsûleya sexte deng dida hate ferqkirin. Li gorî agahiyan, jina ku bi pûsûlaya sextê çûy dibistanê xwest biavêje sindoqê. Lê piştî ku rewş hatiye ferqkirin, jina behsa xeberê pûsûla çirand û reviya.    Derket holê ku di pûsûlaya hatiye çirandin de deng ji bo Tayyîp Erdogan hatiye dayîn.