Li Hezexê qeza çêbû 2023-05-28 15:08:41   ŞIRNEX - Li xaçerêya Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê dema zarokekî dixwest biçe aliyê din ê rê wesayîtekê lê xist.    Zarokê bi navê H.E. (8) dema li xaçerêya Nexweşxaneya Dewletê ya Hezex a Şirnexê dixwest biçe aliyê din ê rêyê, TIR’ê lêxist. Zarok bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê û piştre jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hate kirin.    2 ZAROKAN JIYANA XWE JI DEST DABÛN   Di 15’ê gulanê de jî dema zarokên bi navên Îslam Temîz (14) û Lokman Temîz (15) li heman deverê dixwestin biçin aliyê din rêyê, wesayîtê lê xistibû û her duyan jî jiyana xwe ji dest dabûn. Her wiha di 20’ê gulanê de jî wesayîtê li zarokê bi navê R.B. (7) xistibû û bi giranî birîndar kiribû. Welatiyan ji ber qezayên gelek caran li vê derê çêdibin çalakî li dar xistibûn û rê ji trafîkê re girtibûn.