Îdiaya ku li gundê ser sînor deng bi komî hatine dayîn: Êrişî parêzeran û wekîl kirin 2023-05-28 15:26:53   COLEMÊRG - Hat îdiakirin ku li gundê Mavan ê navçeya Rûbarokê deng bi komî hatine dayîn. Li ser vê yekê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Onur Duşunmez û parêzer çûn gund û rastî êrişa cerdevanan hatin.    Hat îdiakirin ku li gundê Mavan ê girêdayî navçeya Rûbarok a Colemêrgê deng bi komî hatin dayîn. Li ser vê yekê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Onur Duşunmez û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) çûn serdana gund. Endamên AKP’î û Partiya Yenîden Refahê û cerdevanan êrişî parlamenter û parêzeran kirin.    CERDEVANAN GULE BERDAN HEWA   Hevserokê Şaxa OHD’a Colemêrgê Cevahî Agralî dema dixwest kêliyên êrişê bikişîne, ji hêla AKP’iyan û Serokê Partiya Yenîden Refahê yê Rûbarokê Reşît Ekîncî ve hate astengkirin. Agralî têkildarî bûyerê ev agahî da: “Nîşaneyên ku deng bi awayekî komî tên dayîn hebûn. Li ser vê yekê lijne û serokê sindoqan agahî bi me re parve kirin. Endamên AKP û Partiya Yenîden Refahê yên dîtin ku haya me ji rewşê bûye, hewl dan aloziyê çêbikin û me ji wir derxînin. Hêzên ewlekariyê ketin hundir û hewl dan rê li ber bûyerê bigirin. Di vê navberê de li derve di navbera du koman de rageşî derket. Cerdevanan li hewa gule reşandin.”