Polîsan bêyî ku belgeya 142’yan teslîm bikin dengê xwe dan 2023-05-28 15:32:21   ENQERE - Li Enqereyê 3 polîsan li dibistaneke amadehî bêyî ku belgeya 142’yan teslîm bikin dengên xwe dan.    Li Dibistana Amadehî ya Înonu ya Altindag Aydinlikevler a Enqereyê 3 polîsên ku îdia dikirin peywirdar in, li sindoqên hejmar 1054, 1057 û 1053’yan dengên xwe dan. Lê belê polîsan belgeya 142 teslîm nekirin. Li ser vê bêusuluyê, peywirdarên sindoqan derheqê polîsan de girtek girtin.    Hat îdiakirin ku li heman dibistanê ji ber muşahidekî AKP’î hewl da hilbijêrekî pîr araste bike, şer derket.