Kujerê Vezîre Erturk hat girtin 2023-05-28 15:59:02   AMED - Li Erxeniyê Mehmet Erturk ê ku Vezîre Erturk qetil kiribû, hat girtin.    Li taxa Şîrînevler a navçeya Erxeniya Amedê di 25’ê gulanê de Mehmet Erturk bi amûrek birînê hevjîna xwe Vezîre Erturk qetil kiribû. Kujer Mehmet Erturk piştî cînayetê reviyabû û paşê bi awayek birîndar hat zeftkirin. Erturk ê kujer piştî karûbarên li emniyete birin edliyeyê û ji aliyê dadger ve hat girtin.    Hat zanîn ku 3 zarokên Erturk hene.