Li Herêma Egeyê pûsûlayên ji bo Erdogan hatine mohrkirin didin hilbijêran 2023-05-28 16:09:15   ÎZMÎR - Li Îzmîrê hilbijêrek dema diçû dengê xwe bide, di zerfê jê re hatiye dayîn de pûsûlaya ku mohr li navê Erdogan hatiye xistin derket.    Binpêkirinên hilbijartinê yên li Herêmên Egeyê berdewam in ku tê payîn dengekî zêde ji bo namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû jê derkeve. Li Dibistana Seretayî ya 80. Yil a li Taxa Eşrefpaşa ya Konak a Îzmîrê dema welatiyekî dixwest li sindoqa hejmar 2146’an dengê xwe bide, di zerfê jê re hatiye dayîn de pûsûlaya ku mohr li bin navê Erdogan hatiye xistin derket. Têkildarî pûsûlayê girtek hate girtin û dengdayîna li ser vê sindoqê heta demekî hate sekinandin.    Di sindoqa hejmar 1394 a li Dibistana Seretayî ya Aydinoglû Mehmet Bey a Karabaglarê jî diviya bû pûsûlayên deng vala bûna lê derket holê ku di nava zerfan de pûsûlayên dengan ên deng ji bo Erdogan hatine dayîn derketin. Li vê derê jî têkildarî bûyerê girtek hate girtin.    LI MANÎSAYÊ ÊRIŞ   Di sindoqa hejmar 1232 a li Dibistana Seretayî ya Vîcdan Karaosmanogûllari ya navçeya Şehzadeler a Manîsayê hêj hilbijartin dest pê nekiribû ku girtek bi peywirdarên sindoqan dan îmzekirin. Piştî ku peywirdarê CHP’î bûyer ferq kirî, girtek hatin îmhakirin.    Li Dibistana Navîn a Ataturkê ya li Şehzadelerê jî peywirdarên sindoqan ên AKP’î êrişî peywirdarên sindoqan ên Partiya Çepên Kesk û CHP’î kirin. Parêzer û rayedarên CHP û Partiya Çepên Kesk çûn cihê bûyerê.