HDP û Çepên Kesk bang kir: Teqez herin dengê xwe bidin 2023-05-28 16:11:16   SETNBOL - Partiya Çepên Kesk û HDP’ê bang li hilbijêran kir: “Teqez herin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Dengek gelek tiştan diguherîne.”    Li Stenbolê hinek kesên li pêşiya dibistanan disekinin ji gel re dibêjin “Neçin ser sindoqan, dengê xwe nedin” û welatiyan paşve vedigerînin. Rêxistinên Partiya Çepên Kesk ên Stenbolê li ser vê yekê ji endamên xwe re peyam şand û jê xwest ku dengê xwe bidin.    ‘DENGEK GELEK TIŞTAN DIGUHERÎNE’   Peyama HDP û Partiya Çepên Kesk wiha ye: “Gelê me yê hêja; Weke HDP û Partiya Çepên Kesk ji bo guherînê em diçin ser sindoqan û dengê xwe didin. Hûn jî teqez herin dengê xwe bidin. Dengek gelek tiştan diguherîne.”