Polîsan li Cizîrê êrişî welatiyên li baxçeyê dibistanê bûn kir 2023-05-28 16:14:26   ŞIRNEX - Polîsan li Cizîrê li welatiyên li baxçeyê Dibistana Seretayî ya Metîn Bostancioglû sekinîbûn da û ji wan ji baxçe derxist.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê kêliya ku dengdayîn berdewam dikir, binpêkirin jî qewimîn. Polîsan li welatiyên ku li baxçeyê Dibistana Seretayî ya Metîn Bostancioglû disekinîn da. Polîsan bombeyên gazê û guleyên plastîk li welatiyan reşand. Welatî ji baxçe hatin derxistin. Welatiyan nerazîbûn nîşanî rewşê da.