Şaredariya AKP’î qedexeyên hilbijartinê binpêkirin 2023-05-28 16:23:07   ENQERE - Şaredariya AKP’î qedexeyên hilbijartinê binpêkirin û afişên hilbijartinê yên Tayîp Erdogan ji bilboardên şaredariyê ne daxistin.    Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) duh ragihand ku qedexeyên hilbijartinê saet di 18.00’an de destpêkirine û wê 24 saetan berdewam bike. Lê tevî vê yekê jî afîşên namzetê Serokkomariyê yên Tifaqa Cûmhûr Tayîp Erdogan nehatin daxistin.    Li semta Baglûm a navçeya Keçîoren a Enqereyê afîşên hilbijartinê yên Erdogan ji bilboardên aydê Şaredariya Keçîoren a AKP’î nehatin daxistin.