Êrişî şandeya ku Ferît Şenyaşar jî di nav de kirin 2023-05-28 16:40:53 RIHA - Li navçeya Halîliyeyê komekê, bi kevir û daran êrişî şandeya ku Ferît Şenyaşar jî di nav de kir.    Li Taxa Yenîkoy a navçeya navendî ya Halîliye ya Rihayê nelirêtî û êriş xelas nabin. Şandeya Partiya Çepên Kesk a li ser agahiya ku nahêlin muşahidên wan dengên xwe bidin hatin taxê, li vir rastî êrişa bidar û keviran a komekê hat. Şandeya ku parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar, Hevserokên HDP’ê Ahmet Atiş û Garîb Yeşîl, Hevserokê DBP’ê Vahît Akgun û parêzerên Baroya Rihayê di nav de rastî êrişa kesên nasnameya wan ne diyar hatin.    Di êrişê de camên hin wesayîtan hatin şikandin. Ferît Şenyaşar hate derbkirin, kameraya nûçegihanê ajansa me yê nûçe dişopand hate perçekirin. Hate hînbûn ku êriş hêj berdewam dike.    Şandeya ku karî ji herêma êriş li wan hate kirin dûr bikevin, ragihandin ku ji herêma ku êriş lê pêk hat dengê çekan hatiye.