Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bi dawî bû 2023-05-28 17:00:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê saet di 17.00’an de bi dawî bû.     Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê saet di 08.00’an de dest pê kiribû. Dengdayîn saet di 17.00’an de bi dawî bû. Li tevahiya Tirkiyeyê ji bo 60 milyon û 721 hezar û 745 hilbijêr li 973 navçe, 1094 li desteya hilbijartina hilbijartinê ya navçeyan bi giştî 191 hezar û 885 sindoq hatin danîn. Li hemû sindoqan deng hatin dayîn. Seranserî rojê li gelek bajar û navçeyan hîle, sextekarî û binpêkirina hilbijartinê qewimîbû.    Namzetê Tifaqa Millet û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û Namzetê Tifaqa Cumhur û Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ketin pêşbaziya hilbijartinê. Her du namzet jî di tûra ewil a hilbijartinê de nehatibûn bijartin.