Di tevahiya rojê de li Rihayê binpêkirin hatin kirin 2023-05-28 17:24:24   RIHA - Yek ji bajarên ku herî zêde êriş li ser peywirdarên sindoqan, parêzer û parlamenteran hatiye kirin û deng bi komî û bi awayekî bêusul hatine dayîn Riha bû.    Bajarê Rihayê di tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê de bajarê herî zêde bêusulî û binpêkirin lê hatiye jiyîn bû. Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Alî Şeker çû serdana sindoqên li Taxa Karaalî ya navçeya Eyyubiyeyê û tespît kir ku deng bi komî tên dayîn. Her wiha zilaman hewl dan li şûna jinan dengan bidin. Şeker û muşahidan jî gotin ku ev yek qanûnî nîne û xwestin ku jin bi xwe dengên xwe bidin. Li ser vê yekê Şeker û muşahidên CHP’î rastî êrişa komeke ji 15-20 kesan pêk dihat hatin. Di êrişê de Şeker ji pozê xwe derb xwar û rakirin nexweşxaneyê. Cendirmeyên ku çûn cihê bûyerê, koma êrişkar ji dibistanê dûr xistin.    ERIŞÎ CHP’IYAN KIRIN   Li navçeya gundê Yazlica yê Kaniya Xezalan jî peywirdarên sindoqan ên CHP’î li dijî dengdayîna bêusulî derketin. Li ser vê yekê rastî êrişa AKP’iyan hatin. Endama Komîsyona Hiqûqê ya Serokatiya CHP’a Rihayê parêzer Ronahî Paydaş têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir û wiha qala bûyerê kir: “Em niha li Taxa Yazlica ya Kaniya Xezalane ne ku li wir hatine peywirdarkirin. Dema me pêşî li ber dengdayîna bi komî digirt, hem ez û hem jî peywirdarên sindoqan rastî êrişê hatin. Gef li me hatin xwarin û heqaret li me kirin. Ji ber ku ewlehiya me ya can tune ye, ji bo serlêdana sûc û gilî em ji gund derketin.”    ÊRIŞÎ TANAL HATE KIRIN   Piştre jî Parlamenterê CHP’ê yê Rihayê Mahmût Tanal çû gund û li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ragihand ku rastî êrişê hatiye. Tanal, di parvekirina xwe de wiha got: “Parlamenterê me yê Stenbolê Alî Şeker ji ber ku li dijî dayîna dengan a bêusûlî ya li Taxa Karaalî ya Eyyubiye ya Rihayê derket, rastî êrişa komekê hat. Em niha li Karaaliyê ne. Li dijî min jî êriş hate kirin. Li vir zeafiyeta dewletê heye! Em ê serî li ber xwarina gefan û êrişan netewînin û sindoqan biparêzin. Serkeftin dê ya me be.”    DENGDAYÎNA BI KOMΠ   Li gel êrişan, her wiha li gundên Rihayê deng bi komî hatin dayîn, muşahidên ne AKP’î ji sindoqan hatin dûrxistin, nehiştin jin biçin ser sindoqan û li şûna wan xizmên wan deng dan. Ev tenê çendek binpêkirinên li Rihayê bûn.    Dîmenên hinek kesên dema bi vekirî mohra “Erê” ji bo Erdogan didan li ser medyaya dijîtal hatin parvekirin.    ÊRIŞÎ ŞENYAŞAR KIRIN   Li ser agahiya ku muşahid destûrê nadin ku welatiyên li Taxa Yenîkoy a Halîliyeyê dengê xwe bidin, şandeyeke ji Partiya Çepên Kesk çû taxê. Şandeya Partiya Çepên Kesk li vê derê rastî êrişa bi kevir û çoyan hat. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar, Hevserokên HDP’a Rihayê Ahmet Atiş û Garîb Yeşîl, Hevserokê DBP’a Rihayê Vahît Akgun û parêzerên Baroya Rihayê rastî êrişa komeke nehat zanîn bê ka kî ne hatin.    Di encama êrişê de camên hinek wesayîtan şikestin. Di êrişê de Ferît Şenyaşar hate derbkirin û kameraya nûçegihanê me jî hat parçekirin. Partiyiyên ku ji herêma êrişê derketin dan zanîn ku hêj niha jî dengê çekan ji derdora sindoqan tê ku endamên şandeyê hêjta li wir in.