Grûbek AKP’ê li şûna hilbijêrên neçûne dengdayînê bi komî deng bikar anîn 2023-05-28 17:33:27   MÊRDÎN - Endam û rêveberên AKP’ê li navçeya Artûklûyê di şûna hilbijêrên neçûn ser sindoqan de rayên bi komî bikar anîn.    Li taxa Qibala ya bi ser navçeya Artûklûya Mêrdînê ve beriya sindoq bên girtin, komek ji endam û rêveberên AKP’ê pêk dihat li Lîseya Anadolû ya Şakîr Sureyya Nûhoglû li şûna hilbijêrên ku neçûne dengdayînê, dengên wan bi komî bikar anîne. Wezîfedarên li ser sindoqa jimara 1163’yan li dijî bikaranîna dengdayîna komî derketin. Grûba AKP’ê êrişî xebatkarên li ser sindoqan kir. Leşkeran mudaxileyî êrişa AKP’iyan nekir. Wezîfedarek dîmenên vê kêliyê girtin.    Wezîfedarên sindoqê têkildarî mijarê girtek amade kirin.