AKP’iyan rojnamevan derb kir polîsan temaşe kir 2023-05-28 17:56:14   STENBOL - Li Stenbola ku tevahiya rojê binpêkirinên hilbijartinê berdewam kir AKP’iyan rojnamevanek derb kir, polîsan jî temaşe kir.    Nelirêtî û binpêkirinên saet di 08.00’an de dest pê kirin heta saet 17.00’an girtina sindoqan berdewam kir. Yek ji bajarên gefên AKP, MHP û HUDA-PAR’ê li dijî peywîrdarên dibistanan, parêzeran û hilbijêran tevahiya rojê berdewam kir jî Stenbol bû.    ESENLER   Li Dibistana Seretayî ya Hasîp Dînçsoy a li navçeya Esenlerê di sindoqa bi hejmara 1182’yan de dora saet 09.30’an de kesekê bi awayekî zelal deng bikaranî. Berpirsyara dibistanê ya Partiya Çepên Kesk Serpîl Kayan îtîrazê rewşê kir. Piştî ku berpirsyarên dibistanê yên din ên mûxalîf jî bertek nîşanî bûyerê dan wî kesî bi gotina “Yê herî mezin reîs e” qîr kir. Hate diyarkirin ku pişt re Kayan rastî êrişa AKP, MHP û HUDA-PAR’iyan hatiye.    Kayan li Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) geriya û piştgirî xwest, hevserokê ku ji bo piştgiriyê jî hat rastî êrişa 20 kesan hat.    Têkildarî bûyerê girtek hate girtin.    BEYOGLÛ   Li Dibistana Fîrûzaga ya li Beyoglûyê jî kesekî peywîrdarê sindoqan ê Partiya Çepên Kesk rastî êrişa AKP’iyekê hat. Hate hînbûn ku peywîrdarê Partiya Çepên Kesk ê navê wî nehate zanîn rakirin nexweşxaneyê.    Hate diyarkirin ku AKP’iyê êriş kiriye di tûra ewil de jî gengeşî derxistiye û êriş kiriye.    KAGITHANE   Li Dibistana Navîn a Ahmet Çûhadaroglû ya li navçeya Kagithaneyê berpirsyarê dibistanê yê AKP’î êrişî rojnamevanekî ku nûçe dişopand kir. Di êrişê de rojnamevan birîndar bû, polîsên ku ji propaganda kirina AKP’iyan re deng dernexist, êriş temaşe kir.    BAHÇELÎEVLER   Li Dibistana Kulelî ya li Taxa Fevzîçakmak a girêdayî navçeya Bahçelîevler, AKP’iyan êrişî jineke peywîrdara sindoqê kiriye heqaret kirine û xeber gotine. Telefona jina ku rastî êrişê hat jî dema ku tiştên qewimîn dikişand ji aliyê AKP’iyan ve hate xistin.