Li Sîsê ji bo Erdogan deng tune ne! 2023-05-28 18:35:57   AMED - Li gundê Sîsê yê navçeya Licê ku operasyon tu carî jê kêm nabin, ji bo Erdogan tenê yek deng jî derneket.    Piştî ku dengdayîn bi dawî bûy, sindoq hatin girtin. Bi girtina sindoqan re hejmartina dengan dest pê kir. Li gundê Sîsê yê Lice ya Amedê ku tu carî operasyonên leşkerî lê kêm nabin, deng hatin hejmartin. Li gundê Sîsê tenê yek deng jî ji bo namzetê serokkomariyê Tayyîp Erdogan derneket.    Gundê Sîsê ku piştî qedexeya derketina derve ya sala 2015’an û bi operasyonan her tim di rojevê de, herî dawî jî goristana wê hatibû bombebarankirin. Li gund 74 hilbijêr hene û di sindoqa hejmar 1076’an de dengê xwe dan. Tevahiya dengên derbasdar, namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû wergirt.