Li Girtîgehên Şirnex û Mêrdînê ji Kiliçdaroglû re dengekî zêde derket 2023-05-28 18:36:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Li girtîgehên Şirnex û Mêrdînê namzetê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû ferq avêt namzetê Tifaqa Cûmhûr Erdogan.   Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê deng dayîn bi temam bûn. Namzetê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû 181 deng, namzetê Tifaqa Cûmhûr Tayîp Erdogan 27 deng wergirt.    Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê jî Kemal Kiliçdaroglû 287 deng, Tayîp Erdogan 32 deng wergirt.