AA’yê dîsa xwe şaş nekir: Erdogan li pêş nîşan da 2023-05-28 18:37:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Ajansa Anadolûyê bi rakirina qedexeya weşanê re li gorî encamên ewil namzetê Tifaqa Cumhur Tayyîp Erdogan bi rêjeya ji sedî 58 eşkere kir.    Ajansa Anadolûyê (AA) wek her hilbijartinê dîsa bi manîpulasyonan dîsa di rojevê de ye. Çawa ku Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) qedexeya weşanê rakir, encamen ewil ên ku AA’yê ku dan jî balkêş in. AA’yê wek her hilbijartinê dîsa Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan bi rêjeyek zêde nîşan da. Li gorî encamên ewil ên AA’yê li ser vekirina sindoqên ji sedî 35,8; namzetê Tifaqa Cumhur Tayyîp Erdogan ji sedî 58 nîşan da û namzetê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglû jî ji sedî 42 nîşan da.    Li gorî encamên ewil ên ANKA’yê jî li ser vekirina sindoqên ji sedî 41; Kiliçdaroglû ji sedî 50,8 û Erdogan jî ji sedî 49,14 nîşan da.