YSK: Heta niha ji sedî 25’ê daneyan hatine ber destê me 2023-05-28 19:00:11 ENQERE - YSK’ê diyar kir ku heta niha ji sedî 25’ê daneyan ji wan re hatine şandin.    Serokê Lijneya Bilind a Hilbijaratinê (YSK) Ahmet Yener dema hejmartina dengan didome de daxuyanî da. Yener, ev agahî parve kirin: “Ji lijneyên me yên navçe û bajaran heta niha ji sedî 25’ê daneyan hatine ber destê me. Ricaya me ew e ku heta encamên demkî yên YSK’ê tên parvekirin, raya giştî xwe li benda encaman bigirin. Di şandina daneyan de tu pirsgirêk nînin.”