YSK: Ji sedî 54,60’ê dengan hatin hejmartin 2023-05-28 19:47:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YSK’ê Ahmet Yener diyar kir ku ji sedî 54,60’ê dengan hatine hejmartin.    Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener diyar kir ku heta niha ji sedî 54,60’ê dengan hatine hejmartin. Yener, da zanîn ku li gorî daneyên heta niha ji sedî 54,47’ê denga Tayyîp Erdogan û ji sedî 45.53’yê dengan jî Kemal Kiliçdaroglû wergirtiye.