Li Girtîgeha Amedê encamên hilbijartinê 2023-05-28 21:28:12   AMED - Li 3 girtîgehên AMedê tenê 32 kesan ray da Erdogan.   Li Girtîgeha Hejmara 1 û Girtîgeha Hejmara 2'yan a Amedê û Girtîgeha Tîpa T'yê hejmartina rayan bi dawî bû. Li 3 girtîgehan 517 girtiyan ray avêtin.   471 girtiyî raya xwe dan Namzetê Tifaqa MIletê Kemal Kiliçdaroglû û 32 kesan jî da Namzetê Tifaqa Cumhûrê Tayyîp Erdogan.    14 ray jî hatin betalkirin.