Li Efrînê pîrozbahiya ji bo Erdogan: Zarokek hat qetilkirin 2023-05-28 21:33:58       NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê serketina Erdogan a di hilbijartinên serokkomariyê de bi gulereşandinê pîroz kirin. Di gulereşandinê de zarokek hat qetilkirin û hin kesên din birîndar bûn.   Li gor nûçeya ANHA'yê ku nûçeya xwe spartiyaê çavkaniyên xwecihî,hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê serketina Tayyîp Erodgan a di hilbijartinên serokkomariyê de guşereşandin hewayê û derdorê.    Di gulreşandinê de li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê zarokek hat qetilkirin û hin kesên din jî birîndar bûn.   Guleyên bê ser û ber tên reşandin, li ser banên malan û konên li bajêr dikevin.