ROJEVA 29'Ê GULANA 2023'YAN 2023-05-29 09:00:00     * Di tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê de ku Serokê YSK’ê Ahmet Yener digot, “tu tiştek neyînî neqewimiye” lê hilbijartin bi binpêkirin û bêrêbaziyan, bi lêdana parlamenter û wezîfedarên sindoqan bi dawî bû.    * Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mehmet Karataş diyar kir ku Wezareta Dadê daneyên têkildarî girtiyên nexweş parve nake û wiha got: “Mirov di girtîgehan de pirsgirêka ewlehiya jiyanê dijîn.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 798'emîn de berdewam bike.    * Têkildarî encamên hilbijartina serokkomariyê dê geşedan bên şopandin.