Wezareta Dadê daneyên girtiyên nexweş parve nake 2023-05-29 09:00:20   WAN - Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mehmet Karataş diyar kir ku Wezareta Dadê daneyên têkildarî girtiyên nexweş parve nake û wiha got: “Mirov di girtîgehan de pirsgirêka ewlehiya jiyanê dijîn.”   Li gorî daneyên ku Miduriyeta Giştî ya Sîcîla Edlî û Îstatîstîkan a Wezareta Dadê ya sala 2022’yan ragihandiye; Hejmara mirovên li girtîgehan ên li gorî sala 2021’yan ji sedî 14,6 zêde bû û bû 341 hezar 294. Di heman daneyan de di 2021’an de hejmara kesên di Saziyên Înfaza Ceza de ji sed hezar kesî 352, di sala 2022’yan de jî 400 kes bûn. Li aliyê din di sala 2022’yan de ji her sed hezar kesî 485 kes ên di koma 12 salî û bi ser de di saziyên înfazê yên ceza de cih girtin. Li gorî daneyan hejmara girtîgehan a sala 2016’an de 382 bû di sala 2022’yan de bû 399.    DI 10 SALÊN DAWÎ DE 3 QAT ZÊDE BÛN    Li gorî daneyan, hejmara girtiyan ku di sala 2012’an de 136 hezar û 638 bû, di sala 2022’yan de bû 341 hezar û 294. Hejmara kesên li girtîgehê, ji bilî sala 2020’yan ku serdema pandemiyê bû, her tim zêde bû. Li gorî van daneyan di nava 10 salên dawî de ku AKP desthilat e hejmara girtiyan 3 qat zêde bûye.   SÛCÊ ÎSTÎSMARÊ: 18 HEZAR GIRTIN    Di nava salekê de ji sûcê îstîsmara zarokan 18 hezar û 181 kes ji ber êrişa zayendî jî 6 hezar û 58 kes hatin girtin.    ENDAMTIYA RÊXISTINÊ: 16 HEZAR Û 748 GIRTIN    Di sala dawî de ji deh hezaran kesên ku bi tenê bi hinceta lêpirsînên bi îdîaya “endametiya rêxistinê” hatine binçavkirin, 16 hezar û 748 kes hatin girtin û avêtin girtîgehan.    Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Wanê Mehmet Karataş daneyên ku Wezareta Edaletê aşkere kir nirxand û anî ziman ku li girtîgehan pirsgirêka ewlehiyê tê jiyîn.   Karataş, da xuyakirin ku hejmara girtiyan ji kapasîteya li girtîgehan gelekî zêdetir e û bi lêv kir ku di nava 6 salên dawî de hejmara girtiyan bi qasî 3 qatan zêde bûye. Karataş, anî ziman ku hejmara girtiyan karneya mafên mirovan a li Tirkiyeyê nîşan dide û wiha got: “Li welatekî çiqasî girtîgeh hebin, di warê mafên mirovan de jî binpêkirin ewqas zêde dibin. Girtîgeh li vê erdnîgariyê pirsgirêkeke girîng e. Dema em li daneyan dinêrin, hem zêdebûna hejmara mirovên dikevin girtîgehan, hem jî hebûna mirovan a li ser kapasîteyê, hem jî hejmara zêde ya girtîgehan vê tabloyê nîşan dide.”   DANEYÊN GIRTIYÊN NEXWEŞ NÎNIN!   Karataş, anî ziman ku di daneyên wezaretê de cih nedaye girtiyên nexweş û wiha berdewam kir: “Wezareta Dadê daneyan parve nake. Li gorî daneyên komeleya me ji hezar û 600’an zêdetir girtiyên nexweş hene û me ev dane bi wezaretê re jî parve kirin. Ne pêkane ku Wezareta Dadê di vê mijarê de xebatan neke, ji ber ku ev kes di girtîgehê de dimînin. Saziya Tiba Edlî ya girêdayî Wezaretê jî têkildarî girtiyên nexweş xebatan dike. Li wezaretê îhtîmaleke mezin dane hene lê bi rayagiştî re nayên parvekirin. Têkildarî berdana girtiyên nexweş jî giştînameyek hate weşandin. Sedemê parvenekirina wezaretê hem ji bo lêkolînên ne têrker nîşan bide hem jî bi parvekirina daneyan re pêşî li wergirtina agahiyan a gel a li ser girtiyên nexweş bigire.”   ‘PIRSGIRÊKA EWLEHIYA JIYANÊ HEYE’    Karataş, anî ziman ku li girtîgehan pêkanînên li dijî rûmeta mirovahiyê hene û wiha pê de çû: “Di girtîgehan de kî bimîne bila bimîne, pêvajo nikare li dijî rûmeta mirovahiyê be. Lê em di daneyan de vê dibînin; Kapasîteyeke 280 hezar kesan pêk tê heye, divê ev jî neyê tejî kirin lê niha 341 hezaran zêdetir hatine bicihkirin. Di girtîgehan de mirov di serî de pirsgirêka xwarin vexwarin û negihiştina ceyranê di gelek mijaran de pirsgirêkan dijîn. Pirsgirêkên weke mafê tenduristiyê, perwerdehî û jiyana rojane hene. Dema me ev hemû li ber çavan girtin, jiyana mirovan a li vir gelek zehmet dibe.”   Karataş, bi bîr xist ku gelek girtiyan serî li ÎHD’ê dane û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi taybetî jî giliyên li ser mûameleya nebaş tên. Dema mirov sewqî girtîgehan tên kirin pirsgirêkan dijîn, têxin hucreyên yek kesî. Mirov di girtîgehan de rastî mûameleya nebaş a personel û miduran tên, rastî lêgerîna tazî tên, nikarin xwe bigihînin mafê dermankirinê, ev pirsgirêkên sereke ne. Di heman demê de têkiliya bi malbatê re, nebûna kovar û rojnameyan êdî ji bo mirovan pirsgirêkeke duyemîn e ji ber ku mirov niha di girtîgehê de pirsgirêka ewlehiya jiyanê dijîn.”   MA / Bêrîvan Kûtlû