Li Geverê serdegirtinên malan: Ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin 2023-05-29 09:54:30   COLEMÊRG - Li Geverê polîsan avêt ser malan û gelek ciwan kirin binçavan. Di dema binçavkirinê de tundî li ciwanan hat kirin. Hat zanîn ku bi saetan tundî li Mustafa Bor hatiye kirin.    Li navçeya Geverê ya Colemêrgê polîsan vê sibehê avêt ser malan û gelek ciwan kirin binçavan. Polîsên tîmên taybet dema avêt ser malan derî û şibakeyan şikandin û li malan lêgerîn pêk anîn. Polîsan bi saetan tundî ango îşkence li ciwanan kirin. Hat zanîn ku polîsan bi qûndaxa sîlehan, pehîn û kulman li welatiyan dane. Hat diyarkirin ku polîsan li malê bi saetan li Mustafa Bor dane. Hat zanîn ku binçavkiriyan birine Midûriyeta Polîsan a Geverê.    Navên hin kesên hatine hînbûn wiha ne: Demhat Kurt, Diyar Şedal, Rahmî Terzîoglû, Îsa Terzîoglû, Aras Yaşar, Ûgûr Şedal, Mustafa Bor.