Li Mêxmûrê berxwedan didome 2023-05-29 10:02:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedana li Wargeha Mexmûrê li dijî têlkirin û dorpêça ser wargehê 10 roj in bê navber dewam dike.  Leşkerên Iraqê hewl dide avê li ser xelkê wargehê qut bike.   Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan a Mexmûrê xendekan bikole, têl bike û kuleyan dane. Ji roja destpêkê heya niha penaberên Mexmûrê li dijî vê hewldanê rawestiyane û li ber xwe didin. Xelkê wargehê 10 roj in bi şev û roj di nava berxwedanê de ne, 10 roj in Leşkerên Iraqê bi israr û her roj hewl dide derdora wargehê bi têlan dorpêç bike. Lê şêniyên wargehê li dijî vê hewldanê li ber xwe didin. Bi taybet leşkerên Iraqê dixwazin ava wargehê qut bikin, ji bo vê duh jî hewl dan dora bîra avê ya wargehê bigrin û desteser bikin. Carek din şêniyên wargehê li dijî vê derketin û nehiştin ava wan were qutkirin. Leşkerên Iraqê bi taybet berê xwe dide bîra avê û dixwaze avê bi temamî li ser xelkê wargehê qut bike. Şêniyên wargehê li dijî vê hewldanê bi bertek in û li dijî vê yekê berxwedana xwe didomînin.