Wî xistin odeyê û îşkence lê kirin: Em hatine ku kurê te bikujin 2023-05-29 10:45:13   COLEMÊRG - Li Geverê polîsan gelek ciwan kirin binçavan. Cevahîr Bor diyar kir ku kurê wê Mustafa Bor du saetan bi tundiya polîsan re rûbirû maye û polîsan jê re gotiye, “Em hatine ku kurê te bikujin.”    Li navçeya Geverê ya Colemêrgê polîsan vê sibehê avêt ser malan û gelek ciwan kirin binçavan. Polîsên tîmên taybet dema avêt ser malan derî û şibakeyan şikandin û li malan lêgerîn pêk anîn. Polîsan bi saetan tundî ango îşkence li ciwanan kirin. Hat zanîn ku polîsan bi qûndaxa sîlehan, pehîn û kulman li welatiyan dane. Hat diyarkirin ku polîsan li malê bi saetan li Mustafa Bor dane. Hat zanîn ku binçavkiriyan birine Midûriyeta Polîsan a Geverê.    Navên hin kesên hatine hînbûn wiha ne: Demhat Kurt, Diyar Şedal, Rahmî Terzîoglû, Îsa Terzîoglû, Aras Yaşar, Ûgûr Şedal, Mustafa Bor.   XISTINE ODEYÊ Û ÎŞKENCE LÊ KIRINE    Dayika Mustafa Bor, Cevahîp Bor diyar kir ku polîsan saet di navbera 04.00-05.00’an de avêtiye ser mala wan û qala îşkenceya polîsan kir. Bor diyar kir ku lawê wê Musatafa bi îşkenceyê hatiye binçavkirin û polîsên tîmên taybet derî û camên wna şikandineû ketine hundir. Cevahîr Bor da zanîn ku polîsan kurê wê Mustafa xistine odeyekê û îşkence lê kirine û got: “Li me guhdar nekirin. Polîsan li zarokên min da.”    ODE DI NAV XWÎNÊ DE MAYE    Bor anî ziman ku polîsan wê daf daye û li dîwar xistine û wiha got: “Li odeyê dema îşkence li Mustafa dikirin, dengê wî dihat min. Li vî dîwarî li wî dîwarî dixistin. Bi qûndaxa sîlehê serê kurê min şikandin û li serûçavên wî dan. Îşkence û heqaret li me kirin. Du saetan îşkence li Mustafa kirin. Ode di nav xwînê de maye. Cîranên me bi hawara me ve hatin lê nehiştin kes bikeve hundir.”   ‘EM Ê KURÊ TE BIKUJIN’    Cevahîr Bor diyar kir ku dema kurê wê xistin hundirê wesayîta zirxî jî tundiyê lê kirin û got: “Tu hincetê nîşan nedan. Tenê gotin, ‘em hatine Mustafa bibin, em hatine wî bikujin, tune bikin. Em ê wî sax nehêlin’. Serûçavê wî nedihat nasîn. Nehiştin ez avê jî bidimê. Du polîsên rûpoş di serê wan de îşkence li kurê min dikirin. Polîsek jin jî li salonê eqaret li min dikir û gefan li min dixwar. Digot, ‘ez ê destên te kelemçe bikim û devê te biqelişînim’.”    QURANÊ AVÊTINE ERDÊ    Bor anî ziman ku polîsan destê lawê wê Rêber Bor jî ji paş ve girêdane, îşkence lê kirine û got: “Ji bo îşkence nekin, min du caran Quranê bir ber wan, lê kitêba pîroz ji destê min girtin û avêtin erdê. Rûpelek Quranê jê bû.”    MA / Mazlûm Engîndenîz