TIR û dolmîş li hev qelibîn: 4 kes mirin 2023-05-29 11:07:23 ENQERE - Li Sêwazê TIR û dolmîşek li hev qelîbin û di encama qezayê de 4 kes mirin.    Li ser rêya di navbera navçeyên Ûlaş û Kangal ên Sêwazê de TIR û dolmîşek li hev qelibîn. Di encama qezayê çêbû de 4 kes mirin û yek jê giran 3 kes jî birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê, AFAD, leşkr û polîs çûn cihê bûyerê û mirî û birîndaran rakirin nexweşxaneyan.