Îmamoglû: Her tişt ji nû ve dest pê dike 2023-05-29 11:24:59   STENBOL - Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû têkildarî encamên hilbijartinê de wiha got: “Bila kes fikaran neke her tişt ji nû ve dest pê dike. Tişta tenê naguhere, guherîn e.”    Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglû têkildarî encamên hilbijartinê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal peyamek parve kir. Îmamoglû bal kişand ku Tirkiyeyê bi lez pêdivî bi normalbûnê heye û anî ziman ku pirsgirêk li bendê ne ku bilez bên çareserkirin.    Îmamoglû di peyama xwe de wiha got: “Zarokên hêja qet xeman nexwin. Ciwanên hêja qet bêhêvî nebin. Gelî jinan qet bifikar nebin. Zilamno bi serbilindî meşa xwe bidomînin. Rewşeke bi vî awayî beriya 5 salan jî çêbûbû. Lê tenê piştî 9 mehan me di hilbijartinên herêmî de encamên mezin bi dest xistin. Me tiştên rast kirin û me bi hev re encam girt. Em bi hev re serkeftin.   EM JI NÛ VE DEST PÊ DIKIN   Bila kes fikaran neke, her tişt ji nû ve dest pê dike. Yekane tişta neyê guhertin guherîn e. Li her qadê li her cihî guhertin hewce ye. Bi kirina heman tiştan em ê tu carî li benda encamên cuda nebin.”