Tirkiye di bikaranîna tiryakê de di nav 5 welatên ewil de ye 2023-05-29 13:50:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Ava Bermayiyên Ewropa yên sala 2022’yan, Tirkiye di warê bikaranîna tiryakê de din ava pênc welatên cîhanê yên ewil de cih digire.    Navenda Çavdêriyê ya Bengitiya Tiryakê û Tiryakê ya Ewropayê (EMCDDA) rapora Ava Bermayiyên Ewropa yên sala 2022’yan weşand. Di raporê de hate diyarkirin ku bikaranîna metamfetamîn ku di serdema dawî de herî zêde tê bikaranîn li Stenbol û Edeneyê zêde bûye. Li gorî raporê, zêdebûna bikaranîna bonzaî û dû re jî tiryakên kîmyewî û sentetîk ên dema desthilata AKP’ê de zêde bûne, hem li cihanê hem jî li Tirkiyeyê bi awayekî berbiçav zêde bûye.    Di raporê de bi grafîkî tê destnîşankirin ku bikaranîna metamfetamîn ku berê li Çekya û Slovakyayê dihat dîtin, niha li Belçîka, Qibris, rojhilatê Almanyayê, Spanya û Danîmarkayê, Fînlandiya, Lîtvanya û Norwecê ku Tirkiye jî di nav de ye, balê dikişîne.   Di salên 2021 û 2022'an de lêkolînên li ser avên bermayiyan nîşan didin ku bikaranîna amfetamîn û metamfetamîn bi salan li Tirkiyeyê zêde bûye û bûye yek ji welatên xwedî bikaranîna herî zêde.   Ji 60 welatên ku di ava bermayiyên wan de metamfetamîn hate lêkolînkirin, welatên ku di navbera salên 2021-2022’yan de bikaranîna wan zêde bû ev in: Çekya, Letonya, Almanya, Tirkiye û Qibris.   Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir, hejmara girtî û hikumxwaran a ji ber sûcên tiryakê di nava 7 salan de ji 36 hezar kesan derketiye 128 hezar kesan. Li gorî van daneyan hejmara girtî û hikumxwarên têkildarî tiryakê hatine girtin ji sêyan yekî kesên di girtîgehê de dimînin e.