Oy ve Otesî pergala xwe ya şopandina girtekan vekir 2023-05-29 14:00:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Malpera Oy ve Otesî ji bo jêpirsîna encamên girtekên hilbijartina serokkomariyê pergala xwe vekir.    Oy ve Otesî pergala xwe ji bo jêpirsîna girtekên encamên tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê vekir. Hilbijêr dikarin li ser pergala Oy ve Otesî girtekên bi îmze ku raya xwe lê wê sindoqê bikar anîne bibînin. Heke di girtekan de xeletî hebe ji bo ev bikin rapor vebijêrkek jî heye.    Ew malpar ango pergala Oy ve Otesî wiha ye: https://tutanak.oyveotesi.org/