ROJEVA 30'YÊ GULANA 2023'YAN 2023-05-30 09:00:07   * Welatiyên li Îzmîrê anîn ziman ku hilbijartina serokkomariyê bi awayekî adil nehatiye çêkirin û gotin ku ew ê reşbîn nebin û têkoşîna xwe xurttir bikin.    * Aborîzan Mûstafa Altintaş diyar kir ku piştî encamên hilbijartinê piyaseyan jî berteka xwe daye der û got: "Ji duh ve hemû nîşane ber bi jor ve ne. Lê ya girîng ew e ku tê payin dê nîşane li wir nemînin, hîn ber bi jortir ve biçin."   * Parlamenterê AKP'yê Semsûrê Resûl Kurt, rêveberên AKP’a Kolikê û xizmên wan muşahidê sindoqan ê CHP'ê helbestvanê kurd Remzî Çakin derb kirin.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 799’an de berdewam bike.    * KCD, HDK, DBP, Partiya Çepên Kesk û HDP ji bo rojeva hilbijartinê binirxînin û nexşerêya serdema nû diyar bikin wê li Enqereyê bicivin. (10.00)   * Danişîna sêyemîn a derbarê Serokê Tevgera Taybet ê Şirnexê Îbrahîm Barkin ku li navçeya Silopiya Sakîne Kultur qetil kiribû hatiye vekirin de dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizirê bê lidarxistin. (10.00)   * ÎHD, di çarçoveya bernameya Hefteya Têkoşîna Li Dijî Windakiriyên di Binçavan de wê li Qada Barbaros a Beşîktaşê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (20.00)