Welatiyên Îzmîrê: Bila kes reşbîn nebe, em ê têkoşîna xwe xurttir bikin 2023-05-30 09:00:37   ÎZMÎR - Welatiyên li Îzmîrê anîn ziman ku hilbijartina serokkomariyê bi awayekî adil nehatiye çêkirin û gotin ku ew ê reşbîn nebin û têkoşîna xwe xurttir bikin.    Piştî tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê Tayyîp Erdogan bi rêjeya 52.18'an cardin bû serokkomar. Namzetê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglû jî ji sedî 47.82'yê rayan girt.    Welatiyên li Îzmîrê ku têkildarî encamên hlbijartinê axivîn, anîn ziman ku hilbijartin di şert û mercên adil de nehatiye kirin û gotin ku lê ew ê reşbîn nebin û têkoşîna xwe xurttir bikin.    PIRSGIRÊKÊN ABORÎ   Ji welatiyan Oyku Kahraman destnîşan kir ku hilbijartin bi hîle û xurdeyan bi dawî bûye. Kahraman anî ziman ku encamên hilbijartinê dê barê gel giran bikin û got: "Heke ez îro fakulteya perrwedehiyê kuta bikim û bên tayinkirin jî, pereyê ku wergirim dê têra min neke. Pere tune mirov biçin bazarê.Dest dirêjî zarokan tê kirin. Ji ber cemaetan ez ber xw enabînim. Dibêjin em ê jinebiyan bi xwedî bikin. Tu tiştekî baş ê vê desthilatê tune ye."   'BILA KES REŞBÎN NEBE'    Kahraman diyar kir ku di tûra ewil de deng hatine dizîn û got: "Hemû deng di pergala YSK'ê de hene. Lê belê Kiliçdaroglû ji sedî 64 wergirtiye, rabûne jis edî 16 li ber navê wî nivîvî ne. Piraniya dengan li ber navê Tayyîp nivîsandin. Wekî ku Kiliçdaroglû gotiye, em li vir in. Em ê ji bo welatê xwe şer bikin. Em ê ji bo demokrasiyê têbikoşin. Bila kes reşbîn nebe. Her tim hêvî û ronahî heye."    Ekîn Yûvacik jî anî ziman ku encamên hilbijartinê ne adil bûne û wiha got: "Lê em ê dest ji têkoşînê bernedin. ew dixwazin em deng ji xwe dernexin. Lê em ê vê yekê qbeûl nekin. Ciwan tên. Em li vir in. Em ê hesabê van tiştan hemûyan bipirsin. Em ne bêhêvî ne."    ‘DIVÊ DESTHILAT BIGUHERE'   Ji welatiyan Ferît Kiliç jî bal kişand ser rewşa aboriyê û got: "Em qezenc dikin lê têra tu tiştî nake. Heya ev detshilat neguhere dê tu titş baş nebe."    ‘EM MALA XWE BI RIZGAR BIKIN'   Adar Serhat jî bilêv kir ku encamên hilbijartinê ne encamine adil in û got ku li gelek deveran rayên Partiya Çepên Kesk li ber navê MHP'ê nivîsandin. Serhat wiha axivî. "Hemû derfetên dewletê bi kar anîn. Li Rihayê li parlementerekî xistin. A rast me bi van tiştan dizanibû. Diviyabû me pêşî li ber van titşan bigirta. Lê em kurd, tişta ku ewil em bikin, divê em mala xwe rizgar bikin. Ji niha û pê ve wê jiyan ji bo me pir zehmet be. Dê tayinkirina qeyûman bidome. Em kurd divê nîqaş bikin ku em ê çawa ji heq vê pêvajoyê derkevin."    TIFAQA KURDAN   Serhat diyar kir ku diviyabû kurda bi kurdan re tifaqa xwe çêbikirana û wiha got: "Li Bakurê Kurdistanê axaftina bi kurdî pir kêm e. Denîz Poyraz ne ji ber ku HDP'î bû hat kuştin, ji ber ku kurd bû hat kuştin. Êdî divê xwe rexne bikin. Divê em ji bo demokrasiyê bêtir bitêkoşin. Kurd divê biçin cem gel û lêborînê bixwazin û muhasebeya vê rewşê bikin."    Halîl Akpinar jî anî ziman ku ew li derveyî welêt dijî û got ku piraniya mirovan reşbîn bûne. Akpinar da zanîn ku hevalên wî jê dipirsin ku ew ê çawa biçin derveyî welêt û got: "Lê belê bûyera li Tirkiyeyê dê bi hilbijartinekê neguhere. Bi plan û prejeyên civakî yên wadedirêj dê hin tişt biguherin. Gava mirov xw ebaş hîs nekin, li benda mûcizyekê disekinin. Lê ev li dijî mantiqa cîhanê ye. Belê, dibe ku duh hin tişt neguherîbin, lê divê em hi bo guherandina Tirkiyeyê li ser planên bi mantiq û rasynel ên wadedirêj hûr bibin û nîqaş bikin."    Akpinar destnîşan kir ku ji ber encamên hilbijartinê li ber ketine, lê divê dest ji meşa xwe bernedin.