Rêveberên AKP’ê helbestvanê kurd Çakin derb kirin 2023-05-30 09:22:53   SEMSÛR - Rêveberên AKP’a Kolikê û xizmên wan muşahidê sindoqan ê CHP'ê helbestvanê kurd Remzî Çakin derb kirin. Çakin got; "Dema li me dixistin, serokê AKP'a navçeyê got; 'bikujin.'"    Tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ku di 28’ê gulanê tevî bêusûlî û binpêkirinan bi dawî bû. Di tevahiya roja hilbijartinê de hema hema li her devera Kurdistan û Tirkiyeyê AKP’iyan êrişî muşahid û berpirsyarên sindoqan ên partiyên muxalîf kirin. Yek ji wan êrişan jî li navçeya Kolik a Semsûrê hate kirin. Helbestvanê kurd Remzî Çakin muşahidê sindoqê yê CHP'ê bû û li Dibistana Seretayî ya Îmam Hatîbê ya Kolik a Semsûrê hatibû peywirdarkirin. Çakin, ji aliye Serokê AKP'a Kolikê Osman Çetînkaya û reveberên AKP'ê ve hate derbkirin. Piştî derbkirine Çakin doz li AKP'iyan vekir.    Helbestvan Remzî Çakin têkildarî êrişê bi ajansa me re axivî.    XISTIN DAŞIRÊ Û DERB KIRIN   Çakin, diyar kir ku di hilbijartinê de bûbû muşahidê sindoqê yê CHP’ê û wiha qala bûyerê kir: “Di dema dengdayînê de melayê mizgeftê hewl da li şûna kesên çavên wan nabînin du caran deng bide. Lê muşahidê sindoqan ên ji Partiya Çepên Kesk destûr nedan. Li ser vê yekê jî di navbera wan de nîqaş derket. Ez jî ketim nava nîqaşê û me bûyer safî kir. Piştî ku hilbijartin bi dawî bûy, me amadekariyên çûnê dikir. Serokê AKP’a Kolikê Osman Çetînkaya û xizmên wî û rêveberên AKP’a navçeyê hatin dibistanê. Muşahide Partiya Çepên Kesk girtin û xistin odeyekê. Ez jî li ser vê yekê li pey wan çûm û min jê re got hûn çi dikin. Di vê navberê de ez jî xistim daşirê û li wir derb kirin. Li erdê hatim dirêjkirin û li min xistin. Serokê AKP’a navçeyê digot; ‘lê xin û bikujin.’ Piştre polîs hatin û xwestin bikevin navberê. Lê li polîsan jî xistin. Pişt re çûm nexweşxaneyê min rapor wergirt û li wan doz vekir.”   SÊ PIRTÛKÊN HELBESTAN    Remzî Çakin ku di sala 1999'an de li Semsûrê ji bo xwendina dîroka zimanê kurdî koçî Swêdê kir. Piştî zanîngeh qedandî di kovar û rojnameyan de dest bi nivîskariyê kir. Heta niha helbestên xwe di 3 pirtûkan de berhev kirine. Pirtûk bi zimanên tirkî û kurdî hatine nivîsandin. Pirtûkên wî yên “Kêlî Sûretê Jiyanê ye (tirkî) Keko (kurdî), “Jiyan ji bo Evînê Tenge (tirkî) Potîna Reş (kurdî)” û "Kelemçekirina Bêrîkirinê (tirkî). Çalik, di heman demê de endamê Wekfa Lêkolîn û Çand a Kurd e. Çakin ku li Swedê dijî, ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re hatibû Semsûrê.   MA / Mahmût Altintaş