Cenazeyên 3 endamên HPG’ê 14 roj in tên sekinandin 2023-05-30 10:15:56   ŞIRNEX - Cenazeyê endamên HPG’ê 14 roj in li Nexweşxaneyê Dewletê ya Şirnexê tên sekinandin.    Di 16’ê gulanê de li herêma Bestayê ya Şirnexê di navbera leşkerên tirk û endamên HPG’ê de şer derketibû. Di encama şerê qewimî de 4 leşker û cerdevanek jiyana xwe ji dest dabûn. Her wiha di şer de 5 endamên HPG’ê ku jiyana xwe ji dest dan. Ji van 5 cenazeyan 3 cenaze 14 roj in li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên sekinandin. Midûriyeta Polîsan a Şirnexê ku bang li malbateke ji navçeya Gevera Colemêrgê û malbateke ji navçeya Hezexê kiribû hatin bajêr. Malbatan diyar kirin ku cenaze ji ber ku nayên naskirin teşhîs nekirine. Malbat ji bo ku cenazeyên xwe werbigirin ji bo testa DNA'yê xwînê dan.    Malbat li bendê ne ku ka wê çi biryar bo wan bê dayîn.