Baroyê der barê tundiya polîsan de daxwaza ‘lêpirsîneke bi bandor’ kir 2023-05-30 11:55:22   COLEMÊRG - Baroya Colemêrgê têkildarî tundiya polîsan a li navçeya Geverê xwest lêpirsîneke bi bandor bê destpêkirin.    Baroya Colemêrgê têkildarî tundiya polîsan a duh di serdegirtina malan a li navçeya Gever a Colemêrgê de pêk hat daxuyaniyeke nivîskî weşand. Baroyê di daxuyaniyê de diyar kir ku bi yek ji ciwanên hatibû derbkirin Mûstafa Bor re axivîne û beyanên wî bi girtekê qeyd kirine. Baroyê da zanîn ku daxwaza rêvebirina lêpirsîneke bi bandor kirine û bang kir ku derbarê berpirsyaran de lêpirsîneke bi bandor bê destpêkirin.    ‘ÎŞKENCE NAYÊ QEBÛLKIRIN’    Baroyê destnîşan kir ku îşkence li dijî rûmeta mirovahiyê ye û nayê qebûlkirin û wiha got: “Sucdariya derbarê wan de çi bibe bila bibe li tu kesê bi tu awayî di tu astê de îşkence nikare bê kirin û mûameleya nebaş nikare bê kirin. Derbarê peywîrdarên ku vê dikin de divê demildest tişta pêwîst bê kirin. Em ji meqamên darazê daxwaz dikin ku li dijî îşkence, pêkanînên dijmirovahî û mûameleya nebaş û tundiyê lêpirsîneke bi bandor û lezgîn bimeşînin û sûcdaran ceza bikin. Em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin ku em şopdarên pêvajoya hiqûqî ne.”