Li Iraqê hejmartina nifûsê hate taloqkirin 2023-05-30 12:55:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Iraqê hejmartina nifûsa giştî ku 20 sal in nikare bê kirin, careke din hate taloqkirin.    Şêwirmendê Wezareta Plandanînê ya Iraqê Mahir Hemad Cuhan di daxuyaniyek ji bo medya Iraqê de ragihand, ji ber dereng erêkirina budceya 2023’an a Iraqê, ew ê nikaribin îsal hejmartina nifûsa giştî ya şêniyên Iraqê pêkbînin.   Mahir Hemad da zanîn piştî ku amadekariyên ji bo hejmartina nifûsê temam bûn, ew ê di Cotmeha 2024’an de dest bi hejmartina nifûsa giştî bikin û wê çend mehek berdewam bike.   Mahir Hemad eşkere kir ku li gor daneyên li ber destê Wezareta Plandanînê ne, niha hejmara şêniyên Iraqê gihiştiye 43 milyonî.   Piştî rûxandina rejîma Baas a sala 2003’yan, hemû kabîneyên hikumetên hatîn ser desthilatê, lidarxistina hejmartina nifûsê ya giştî xistine nava bernameya xwe ya karkirinê de. Lê 20 sal derbasbûn hêj jî hejmartina nifûsê ya li Iraqê pêknehatiye.