Rojnameger Boltan hate berdan 2023-05-30 13:01:41   AMED - Rojnameger Hakki Boltan ku piştî îfadeya li dozgeriyê hate sewqkirin, bi şertê kontrola edlî hate berdan.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo 216 kesan biryara binçavkirinê dabû. Yek ji wan jî rojnameger Hakkı Boltan bû. Rojnameger Boltan duh ji bo îfadeyê çû midûriyeta emniyetê û hate binçavkirin. Boltan, piştî kirariyên li emniyetê sewqî Edliyeya Amedê hate kirin. Boltan, li dozgeriyê bi îdiaya “Endamê rêxistinê” îfade da û bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Amedê hate kirin. Dadgeriya Cezayên Sulhê jî bi şertê kontrola edlî rojnameger Boltan berda.    ÇI BÛBÛ?   Serdozgeriya Komarê ya Amedê li ser îfadeyê şahidê vekirî Umît Akbiyik lêpirsîn dabû destpêkirin. 1’emîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Amedê jî di çarçoveya lêpirsînê de ji bo 216 kesan biryara binçavkirinê da. Di çarçoveya biryarê de polîsan di 25’ê nîsanê de bi awayekî hemwext li 21 bajaran bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de rojnameger, hunermend, parêzer û siyasetmedar jî di nav de 191 kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 52 jê hatin girtin.    Derheqê hunermend Şêrko Kanîwar (Aslan Aydogan) de jî biryara binçavkirinê hebû lê ji ber ku li derveyî welat bû, nehatibû binçavkirin. Lê dema hefteyek berê vegeriyayî welat, hat binçavkirin. Piştî kar û barên îfadegirtinê hatibû berdan. Xwediyê Îmtiyazê yê ajansa me rojnameger Ferhat Çelîk jî di heman rojê de îfade dabû û bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.    Bi Boltan re heta niha ji 216 kesên derheqê wan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn de ji bo 193 kesan kirariyên edlî hatiye kirin.    Di çarçoveya heman dosyayê de parêzer Ozum Vurgun, Burhan Arta, Serhat Hezer û Şervan Yelboga hatibûn girtin û bi nirxandina mehaneya girtinê re hatibûn berdan. Bi vê yekê re hejmara kesên ji dosyayê girtî kete 48 kesan.