Xelkê Mexmûrê 11 roj in li dijî dorpêçê li ber xwe dide 2023-05-30 14:27:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedana xelkê Wargeha Mexmûrê ya li hemberî hewldana dorpêçkirinê ya artêşa Iraqê di roja 11’an de berdewam dike.    Artêşa Iraqê di 20’ê gulanê de ji bo dora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlên direhî bigire û li dora wargehê kuleyên leşkerî ava bike, bi hêzeke mezin a leşker û wesayîtên zirxî berê xwe da wargehê. Xelkê wargehê li dijî vê hewldanê serî rakir û bertekên tund nîşan dan. Pêla êrişê ya artêşa Iraqê ya ewil hate şikandin û artêş neçar ma ku paşve vekişe. Lê piştre careke din êrişî wargehê kir, dest bi kolandina xendekan kir û biisrar e ku plana xwe bigihîne serî. Xelkê Mexmûrê jî ji bo têkbirina planê dest bi nobetê kir û ev 11 roj in bi şev û roj li ber xwe dide.    Ji heft salî heta heftê salî hemû şêniyên wargehê di çalakiyê de cih digirin. Welatî di çalakiyê de stranan dibêjin, li ber govendê digerînin, dirûşman berz dikin û biisrar in ku hewldana dorpêçkirina wargehê vala derxînin.    Welatî bang li her çar aliyên Kurdistanê dikin ku xwedî li berxwedana wan derbikevin û bang li hêzên navneteweyî jî dikin ku bi berpirsyartiya xwe rabin, zextê li hikûmetên Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê bikin ku dawî li dorpêça ser wargehê bînin.