7 sal û 6 meh ceza li Serokê Baroya Amedê yê berê hat birîn 2023-05-30 14:57:40     AMED - Danişîna doza Serokê Baroya Amedê yê berê Fethî Gumuş carek din ji nû ve hat lidarxistin. 7 sal û 6 meha ceza lê hat birîn.    Gelek kes bi îdiaya di bin banê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de xebitî ne tên darizandin û ceza li wan tên birîn. Yek ji van kesên ku bi îdiaya xebatên KCD’ê tê darizandin jî Serokê Baroya Amedê yê berê Fethî Gumuş e. Dadgeha Amedê bi hinceta ku Gumuş di “nav organên KCD’ê de cih girtiye” 7 sal û 6 meh ceza lê birîbû. Dadgeha Edliyeya Herêma Amedê cezayê Gumuş bi sedema “lêkolînak êm” xera kir. Gumuş dîsa ji nû ve hat darizandin. Dadgehê carek din ceza lê birî. Danişîna dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Gumuş û parêzerên xwe Ahmet Ozmen, Cîhan Aydin, Abdullah Cager û Sîdar Gumuş di danişînê de amade bûn. Dozger mutalaya xwe ya di celseya berê de dubare kir û qet behsa biryara xerakirina dozê ya li Dadgeha Îstînafê nekir.    ‘KCD NE SAZIYEK ÎLEGAL E’    Gumuş bersiva îdiayên li ser xwe da û destnîşan kir ku KCD ne rêxistinek îlegal e, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ji nû ve parlamenter hat bijartin, KCD vekirî ye û xebatên xwe didomîne. Gumuş diyar kir ku KCD hem xebatên xwe didomîne û ew ji ber “endamtiya rêxistina îlegal” tê darziandin. Gumuş anî ziman ku Dadgeha Îstînafê ji dadgeha herêmî xwestiye ku beşdariya wî ya çalakiyan bê lêkolînkirin lê tevî vê yekê jî dadger ceza jê re dixwaze. Gumuş xwest derbarê wî de biryara beraetê bê dayîn.    Parêzerên Gumuş jî bal kişandin ser nakokiyên di dosyeyê de û biryara xerakirinê ya dadgeha îstînafê û xwestin miwekîlê wan bê beraetkirin.    Dadgehê di biryara xwe ya berê de israr kir û dîsa 7 sal û 6 meh ceza li Gumuş birî.