Li Mûşê lehî rabû: Gelek sewal ber lehiyê ketin 2023-05-30 14:58:15   MÛŞ - Li bajarokê Sirong ê Mûşê lehî rabûn. Gelek sewal ber lehiyê ketin û ziyanên madî gihiştin malan.    Li bajarokê Sirong ê Mûşê ji ber barana zêde lehî rabûn. Gelek sewal ber lehiyan ketin û winda bûn. Ji ber lehiyan ziyaneke mezin gihişt cihên çandiniyê û malan.    Şaredariyê tu xebat nedan meşandin û welatiyan bertek nîşan dan. Welatî hewl didin bi setilan ava avêtiyê malên xwe derxînin.