Dabeşkirina kursiyan a li Meclisê diyar bû 2023-05-30 15:09:21     NAVENDA NÛÇEYAN - YSK’ê encamên teqez ên hilbijartinên giştî ku di 14’ê Gulanê de hatibû lidarxistin, ji Rojnameya Fermî re şand.    Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener, da zanîn ku encamên teqez ên 28’emîn Hilbijartina Parlamenteriyê ya Giştî ku di 14’ê Gulanê de hatibû lidarxistin, ji bo weşandinê ji Rojnameya Fermî re şandine. Yener, wiha got: “Encamên teqez ên 28’emîn Hilbijartina Parlamenteriyê ya Giştî ji bo weşandinê ji Rojnameya Fermî re hatin şandin. Tevlibûna hilbijartinê ya li welat ji sedî 88.92 û ya dervî welat jî ji sedî 53.80 e. Tevlibûna giştî jî ji sedî 87.05 e. Di encama hilbijartinê de AKP’ê 268 parlamenter, Partiya Yenîden Refahê 5, MHP'ê 50, Partiya Çepên Kesk 61, TÎP’ê 4, CHP'ê 169 û ÎYÎP’ê 43 parlamenter bi dest xist.”